Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Xalên Çavdêriyê li Parêzgeha Idliba Bakurê Sûriyê Saz Dike


Berpirsên leşkerî yên Tirkiyê dibêjin hêzên Tirkiyê xalên çavdêriyê li bakurê Sûriyê saz dikin, wek beşek ji hewlên kêmkirina kontrolkirina Jîhadiyan bo herêmê.

Li gor rojnameya Hurrîyet, Tirkiyê 100 serbaz û 30 erebeyên leşkerî şandin wê herêmê. Rojname dibêje, di çend rojên bê de dê hêzên bêhtir bêne şandin.

Tê zanîn, Hêzên Tirkiyê piştgiriyê didin Artêşa Sûriya Azad ku şer dike ji bo rûxandina rêjîma serokê Sûriyê Beşar Esed.

Di axaftineka tilfizyonî de serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got:

“Me got emê bi awakî ne pêşbîn û bi şev bên, û şeva borî… me dest bi operasyonê kir.“

Wî got:

"Em in yên ku sînorekî bi dirêjiya 911 kîlometir heye li gel Sûriyê, em di bin gefê de ne.”

Şandina leşkerên Tirkiyê bo herêmê tê piştî kombûna dîplomatên Tirkiyê, Îran, û Rûsya meha borî li Asîtana û erêkirina wan li dor damezrandina navçeyeka aram li parêzgeha Idlibê.

XS
SM
MD
LG