Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporê Rojhita Navîn Musa Ozugurlu Operasyona Îdlîbê Dinirxîne


Artêşa Sûrîyê jibo standina bajarê Îdlîbê di nav hewldanan deye. Bajêr wekî kelha dawî ya di destê cîhadîstan de tê nîşandan. Bi vê operasyonê Sûrîye dixwaze çarenûsa xwe diyar bike.

Pisporê Rojhita Navîn Musa Ozugurlu operasyona Îdlîbê nirxand.

Ozugurlu got:

"Tirkîye jiber destkeftîyên Kurdên Sûrîye naxwaze Artêşa Sûrîyê Îdlîbê bistîne. Kurdên Sûrîye ji desteftîyên bi dest xistînê hema hema ne pêkane êdî dest jê berdin. Heke rêveberiya Sûrîyê Îdlîbê bistîne, li Sûrîyê tenê çareserkirina pirsgirêka Kurd dimîne."

Ozugurlu li ser hebûna Tirkîyê ya Îdlîbê ji dibêje, “Li Îdlîbê 12 nokteyên çavdêrîyê yên Tirkîyê hene. Ev nayê wateya di navbera Sûriyê û Tirkiyê lihevhatinek heye. Reveberîya Sûrîyê jibo van nokteyan mecbûr ma. Ji bilî vê Rusya ji dixwaze li dijî Amerîka Tirkiyeyê li cem xwe bigre. An ji Rûsya ji li ser Sûriyê ti lihevhatîn bi Tirkiye ne çêbûye.”

Heri dawî Ozugurlu got, “Ji xwe Reveberîya Sûrîye gelek caran serî li Neteweyên Yekbûyî da ku Tirkîye wek dewletek dagirker hat nîşan dan û xwest Tirkîye ji axa Sûrîye derkeve. Di dawîyê de Sûrîye dê Tirkîyê ji axa Sûrîyê derxîne.”

Şerê Îdlîb xuya dibe ku nexşerêya Sûrîyê zelal bike. Û dibe ku her kes vegere ser sînorên xwe yên berê. Li Îdlîbê niha bi hezaran çekdar û bi hezaran sîvîl ji hene.

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG