Lînkên eksesibilîtî

Tirkiyê Mêvandariya Wezîrên Derve yên Îran û Rûsya Dike


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşolgu mêvandariya hevtayên xwe yên Rûsî û Îranî dike li havîngeha Antalya, ji bo avakirina bingehekê bo kombûna roja Çarşemê li dor Sûriyê.

Tevî ku Anqera piştgiriya aliyê opoziyona Sûrî dike û Tehran û Mosko piştgiriya rêjîmê dikin, ew bi awakî balkêş hevrêziyê dikin ji bo çareserkirina kêşeyê.

Hêzên ku hersê welatan ew çekdar kirî li navçeyên aram belav bûne li parêzgeha Idlibê, ku yek ji cihên dawî yên şervanên opoziyonê ye.

Ev kombûna bilez hatî pilankirin, tê piştî hin nakokiyan li dor pilana Mosko ya sazkirina konferansekê li bajarê Soçî. Tehran ne dilgerme li dor mêvandariya Mosko bo wê konferansê û Anqera neraziye li dor vexwendina hêzên Kurd YPG.

Pêşbîne di kombûna Antalya de Çavuşoglu fişarê bide ser hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov ji bo erêkirina ku Tirkiyê dest bi operasyoneka Leşkerî bike dijî YPG li bajarê Efrînê.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di axaftinekê de îro Yekşemê soza operasyoneka wiha da ji bo “rizgarkirina” Efrînê.

Di çend rojên borî de, Tirkiyê hêzên xwe li parêzgeha Idlibê belav kirin, lê şandina hêzên Rûsî bo Efrînê hîşt ku Anqera pêwîstî bi erêkirina Mosko hebe ji bo êrîşkirina Efrînê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG