Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Dê Kurdên Îraqê Buhayê Referandumê Bidin


Serokê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan îro Şemiyê got desthilatdarên Kurdên Îraqê dê buhayê pekanînan referanduma serxwebûnê bidin.

Erdogan di kombûnekê de li gel endamên partiya xwe ya desthilatdar AKP li bajarê Erzurumê got:

“Ew welatekê serbixwe saz nakin, ew birînekê li herêmê vedikin û xençerê lê didin. “

Erdogan pêwendiyên barizganî yên bihêz li gel Herêma Kurdistana Îraqê ava kirin, ku bi sed hezaran bermîlên neftê bi riya Tirkiyê digihîştin bazarên cîhanê.

Erdogan got:

“Em ne poşman in li dor tiştên me yên berê. Lê dema rewş hate guhertin û hikûmeta Herêma Kurdî ya ku me piştgiriya wê kir, gavên dijî me avêtin, ew dê buhayê vê yekê bide.“

Tirkiyê huşdariya sepandina cezayên abûrî dide, di nav de jî bendkirina Herêmê ji bazarên navnetewî, û rahênanên leşkerî li gel hêzên Îraqî li ser sînor lidar xistin.

Di demekê de, Tirkiyê dibêje dê Kurd di encama cezayan de birçî bimînin, ew dibêje pîvanên wan dê sivîlan ji xwe re nekin armanc.

XS
SM
MD
LG