Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Berîya Civînên G-20 Êrîşên li Dij Daişê Zêdekirin


Australia G-20

Beşê Inglîzî yê Dengê Anmerîka ji nivîsandina Kasim Cindemir dide weşandin ku, hêzên ewlekariya Tirkîyê di van rojan de, berîya komcivînên G-20 li Tirkiyê bê destpêkirin, li dij armancên Daişê dest bi heweke êrîşan kirîye, liser hin cî û bajaran yên ku, tê texmînkirin, kesên girêdayî binav dewleta Îslamî ne.

Nivîskar li gor çavkaniyên polîsê Tirk dide zanîn ku, di van rojan de 62 kes ji layê hêzên wan de hatine girtin, ji wana 42 kes biyanî ne, kesên biyanî ji nasnamên cuda yên weke Azerbaijan, Îndonêsiya, Îraq, Kirgizistan, Tajikistan, Îran û Afghanistanê ne.

Polîs radigehîne ku dê kesên biyanî radestî welatên wan bênkirin, herweha di nava girtîyan de 20 welatiyên Tirkîyê hene, ew niha tên lêkolînkirin û lidûçûn lidij wan tê berdewamkirin.

Wek tê zanîn Komcivîna G-20 li roja îna bê li Antalya li Tirkiyê dê bê encamdan, serokê Amerîka Barack Obama dê beşdarî wan civînan bibe û mijara sereke ya Komcivîna G-20 dê pirsa Daişê û çawaniya şerê li dij wê be.

Hikûmeta Enqere li dij Daişê tevgerîya piştî cûtpeqînên Enqerê di meha derbasbuyî de, dema ku 102 kes di êrîşa bombeyî de hatîne kûştin û bi dehan birîndar bibûn.

XS
SM
MD
LG