Lînkên eksesibilîtî

Ajansa Fermî ya Tirkiyê ya nûçeyan dibêje sê kes li Tirkiyê hatin girtin bi gumana ku wan karên kuştinê ji bo gurûpa Dewleta Îslamî Daiş kirin e.

Ajansa Anadol îro Şemiyê got polîs di heman demê de operasyon li parêzgehên başûrê rojhilat Şanlîorfa û Gazîantep û her wiha li parêzgeha Malatya rojhilat birêve birin.

Polîs dibêje ew bawerin hersê kes parek bûn ji “tîma Daiş a bidarvekirinê. “

Operasyonên dijî terorê tên piştî vekolînên li dor gullebarankirina meha borî ya welatiyekî Sûrî li Şanlîorfa. Dabançeya di wê êrîşê de hatî bikar anîn li cem bergumanan hate dîtin.

Bergumanan çat a lîstikên li ser telefonê bi kar anîn ji bo pêwendiyan li gel endamên Daiş, li gor ajansa taybet a nûçeyan Dogan.

Anadol got, bawere wan sê kesan pilan dikirin êrîşan li dijî xelkê pêkbînin ku dijî Daiş kar dikin.

XS
SM
MD
LG