Lînkên eksesibilîtî

Li Tirkiyê Polîs 36 Bergumanên Daiş Digre


Ajansa nûçeyan a Tirkiyê ya fermî dibêje polîsê Stenbolê 36 kes girtin ku guman e endamên gurûpa Dewleta Îslamî Daiş in.

Ajansa Anadol îro Şemiyê ragihand ku polîsê dijî terorê di heman demê de debasî 15 navnîşanên ciyawaz bû li Stenbolê ji bo girtina 5 bergumanên ku çûbûn Îraq û Sûriyê ji bo tevlêbûna Daişê.

Ajans dibêje 31 kes ji nav yên girtî biyanî ne. Çi agahî li dor nasnameya wan nehatin belavkirin.

Tirkiyê Daiş tawanbar dike bi gelek êrîşan ku di encamê de bêhtirî 300 kes hatin kuştin ji sala 2015an ve.

Li gel şerê dijî şaneyên Daiş li nav sînorên wê, Tirkiyê di tîrmeha sala 2016an de operasyoneka leşkerî li bakurê Sûriyê birêve bir ji bo paqijkirina herêmên sînorî ji endamên Daiş, piştî êrîşeka xwekujî ya semawendeka parêzeha Gazîantabê.

XS
SM
MD
LG