Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê 10 Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê Hatin Girtin


Jiber lêpirsîneke Serdozgerîya Komarî ya Îstenbulê berîya neh rojan 36 endamên meclîsa ciwanên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn binçavkirin. Piştî neh rojan jî ew derketin dadgehê û 10 ji van kesan bi “endamtîya rêxistina terore” hatin girtin.

Endamê Komala Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) Huseyîn Bogatekîn ku parêzerê ciwanan bû anî ziman ku hemû sedemên binçavkirin û girtinan xebatên sîyasî yên HDP’ê ne.

“Daliqandina afîşan, seyran, çuyîn û hatinên avahîyên HDP’ê wekî tawanan hatin nişandan. Ev biryar dijî hiqûqê ye. Bi biryarên din yê dadgehan ev yek zelal e. Dadgeha bilind dide nîşan ku xebatên partîyên sîyasî ne pêkane ku weke endamtîya rexistinên çekdarî were dîtin. Li hember vê yeke ji biryara girtina wan bi şekleke keyfî hat dayîn.”

Bogatekîn anî ziman ku ewên jibo berdana endamên meclîsa ciwanên HDP’ê serlêdanên hiqûqî bikin.

Raporta Deng/ Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:11 0:00


XS
SM
MD
LG