Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbijîşk Kaya: Dibe Ku 30 Hezar Xebatkarên Tendirustîyê Jiyana Xwe Ji Dest Bidin


Li Îstenbulê nêzî 60 xebatkarên tendirustîyê bi vîrusa korona ketine û niha li nexweşxaneyên Îstenbulê têne derman kirin.

Wezareta Tendirustîyê ya Tirkîyê jî jiber belavbûna vîrusa korona jibo xebatkarên tendirustîyê di 3 mehên pêş de berdana kar qedexe kir. Ev biryar hem jibo nexweşxaneyên dewletê hem jî jibo nexweşxaneyên taybet hat dayîn.

Serbijîşk Harun Kaya ku li Îstenbulê kar dike ji Dengê Amerîka re rewşa dawî ya li Tirkîyê nirxand.

Kaya biryara wezareta tendirustîyê erênî dibîne û dibêje divê di vê rewşê de xebatkarên tendirustîyê mirinê jî bide ber çavên xwe û got jiber ku pêwîstîya mirovan bi xebatkarên tendirustîyê heye.

“Kesên di qada tendirustîyê de dixebitin bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Ev yek tişteke asayî ye. Jiber ku hemu nexweş têne li cem wan. Eger xwe neparêzin bûyerên nexweşîyê zêdetir dibin. Rast e em dizanin hêjmara nexweşan ya xebatkarên tendirustîyê 60 in. Lê ji van kesên rewşa wan krîtîk jî hene. Hêjmara nexweşên xebatkarên tendirustîyê wê zêde jî bibin û ev tiştekî asayî ye.”

Herwiha Kaya li ser kêmasîyên amûrên nexweşxaneyan jî axîfî û got,

“Kêmasîyên di vî alî de pir in. Jiber ku Tirkîyê jibo firotina derve yê welat hilberîna maske û amûrên din kir. Ev rewş nedîtin û bingeha vê yekê neçêkirin. Niha wezareta tendirustîyê dest avêt ser vî karî. Ev gaveke baş e. Niha li nexweşxaneya min, me bi xwe ev amûran kirîn.”

Li alîyeke din Kaya biryara wezareta tendirustîyê ya digot, “32 hezar xebatkarên tendirustîyê yên were standin jî şîrove kir û wiha got,

“Li ser vîrusa korona hêdî hêdî hişyarbûn çêdibe û niha dewlet dibêje 30 hezar xebatkarên tendirustîyê yên werin girtin. Ez bi vê biryarê pêderdixim ku dibe ku 30 hezar xebatkarên tendirustîyê jîyana xwe ji dest bide. Jibo ku kêmasî neçêbin standina xebatkarên tendirustîyê dibin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00


XS
SM
MD
LG