Rojnameya fermî ya Tirkiyê îro Şemiyê got ku serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan endamê partiya xwe APK'ê Bekir Bozdag wek wezîrê dadê destnîşan kir, û her wiha serokê peymangeha serjimêriyan TUIK guherand.
Wê got wezîrê berê yê dadê Abdulhamit Gul dest ji kar kişand, bê ku ti sedeman diyar bike.
Bozdag yê 56 salî di navbera salên 2013-2015 û 2015-2017an de wezîrê dadê bû, berî ku bibe cîgirê serokwezîr heta sala 2018an, dema ku ew rol hate jinavbirin di çarçoweya guhertinên destûrî de ku desthilat cîbicîkar bo Erdogan hate spartin.
Bozdag di Twîtekê de îro got “
“Min spasiya serok Erdogan kir li dor bivavkirina min ji bo posta wezîrê dadê... Xwedê alîklariya me bike.”
Erdogan her wiha serokê TUIK, peymangeha serjimêriyan, Sait Erdal Dincer guherand, piştî kêmî salekê ji destnîşanakirina wî û li şûna wî Erhan Cetinkaya bi nav kir, li gor rojnameya fermî.
Partiyên opozisyonê û rexnegir TUIK’ê tawanbar dikin bi destêwerdana di datayên fermî de, wek inflasyonê ji bo sedemênm siyasî.
Peymangehê ev tawanbarî red kirin, lê lêkoleran dest bi serjimêriyên alternatîv yên inflasyonê kir.
Jêder: Reuters