Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

TRT: Leşkerekê Tirkîyê ji Layê Serhildayên Kurd ve Hate Kuştin


Televizyona ser bi dewleta Tirkîyê radigihîne ku di şer û pevçûnekê de li navbera serhildayên Kurd û artêşa Tirkîyê li başûrê rojhilata welatî, leşkerek hate kuştin.

TRT radigihîne ku leşker roja Yekşemê li Şernexê, nêzîkî sînorê Îraqê, hate kuştin.

Hevdem, li gor ajansa Associated Press, Partîya Karkerên Kurdistanê berpirsîyarîya xwe ragihand beramberî teqîna roja Înî li naverasta Tirkîyê, ku bû sedema kuştina polîsekî û birîndarbûna 17 kesên din.

Ajansa nûçeyên Firat, ya nêzîkî PKK’ê, radigihîne ku ew teqîn li bersiva êrîşa esmanî ya Roboskê bû. Di wê êrîşa esmanî ya artêşa Tirkîyê de li dawîya sala bihurî, 34 sivîlên Kurd li Roboskê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG