Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BDP ji PKK’ê Dixwaze Çalakîyên Çekdarî bi Dawî Bîne


Selahattîn Demirtaş.
Selahattîn Demirtaş.

Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê li Tirkîyê ji Partîya Karkerên Kurdistanê dixwaze ku çalakîyên çekdarî bi dawî bîne, piştî di şer û pevçûnekê de li Oremarê, Hekarî, 10 serhildayên Kurd û 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Selahattîn Demirtaş herwiha ji hikûmeta Tirkîyê xwest ku hemû operasyonên leşkerî bi dawî bîne.

Di gotarekê de jibo parlamenterên Kurd li parlamentoya Tirkîyê roja Sêşemê, Demirtaş daxwaza ragitina şer û pevçûnan kir.

XS
SM
MD
LG