Lînkên eksesibilîtî

Lîjneya Ewlekariya Tirkiye Referanduma Herêma Kurdîstanê Ne Rewa Dibîne


Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK) bi Seroktiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh li Enqerê civîya. Di civînê de li ser Referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê hate axaftin.

Piştî civînê daxuyanîyeke nivîskî hate belav kirin û di daxuyanîyê de hate dîyar kirin ku 'Referandûma Bakurê Iraqê’ nemeşrû ye û nayê qebûlkirin'.

Di daxuyaniya MGKê de wiha hat gotin:

"Biryara referandûmê raste rast ji bo ewlehîya Tirkîyê gef e. hate dîyar kirin ku ew biryar ji bo hevgirtina axa Iraqê, aştîya herêmê û jibo ewlehî û aramîya herêmê gefeke mezin e. "

di xaleke din de jî hate dîyar kirin ku

“herêma Iraqa Bakûr hê dem heye hatiyê hişyar kirin ku referandûmê betal bike û Tirkîye dîyar kiriye ku,ji bo çareserkirina makeqanûnî jî çi ji deste wan bê ji bo kirine amade ne. "

"Desteya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê herwiha bal kişand ser qebûlnekirina referandûmê ji aliyê civaka navdewletî, Tirkiye û Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve û da xuyakirin, ‘Heger di vê şaşîtîyê de ısrar bikin, neçar e ku digel Bakurê Iraqê encamên xetere bigihîne tevahiya herêma me."

Herwiha Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vegera xwe ya ji Amerîkayê de axivî û bertek nîşanî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê da û diyar kir ku, "Ew erd ne tenê yên kurdan in."

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim jî dabû xuyakirin ku ew referandum encam bide ew ê li hember herêma Kurdîstanê çar kiryaran pêk bînin ew jî dîplomatîk, sîyasî, aborî û ewlehî be.

Herwiha Bînalî Yildirim da xûya kirin ku biryara referandumê pirsgireka ewlehîya Tirkîye ya navnetewî ye.

Wî got:

"Bi kurtasî dikarim bêjim ku li Surîyeyê yan jî li Iraqê de em li dijî guherîna sînor û statuyê ne û ti carî guherînek wiha napejirînin. "

wî bal kişand ser Mijara Kerkukê û got:

"divê Kerkuk tevlî vê mijarê nebe. Ji ber ku nufusa Kerkukê %70ê Turkmen bû lê piştî şer demografîya Kerkukê guherî ye. "

Hêjayê gotinê ye ku serokê Herêma Kurdîstanê Mesût Barzanî duh di axaftina xwe de dîyar kiribû ku ew jiş biryara referandûmê venagerin û di 25ê İlonê de dê referandûmê pêk bînin.

XS
SM
MD
LG