Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê ji ber Kuştina Kurdan li Salên 1930'an Lêborîn Xwest


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan lêborîn xwest jiber kuştina nêzîkî 14,000 kesan di operasyoneka dewleta Tirkîyê de li salên 1930’an jibo têkbirina serhildana Kurdan li Dersimê.

Birêz Erdogan roja Çarşemê got, “eger pêdivî bi lêborînê hebe, ez bi navê dewletê lêborînê dixwazim.”

Ev cara yekemîn e serokwezîrê Tirkîyê lêborînê bixwazît jibo kuştina 13,806 kesan li sala 1936 heta 1939’ê li Dersimê (Tunceli).

Erdgoan herwiha got ku divê rêberê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya opozisyon Kemal Kilicdaroglu jî lêborînê bixwaze çûnkî di wî demî de (CHP) desthilatdar bû.

Kilicdaroglu xelkê Tuncelî ye.

XS
SM
MD
LG