Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dê Piştgiriya Leşkerî Bide Hikûmeta Lîbya


Tirkiyê gaveke din nêzîktir dibe ji hikûmeta Lîbî ya ku piştgiriya navnetewî werdigre, piştî ku doh rêkeftineke dualî ya şandina hêzan ji bo parlemanê şand.

Ev gava Enqera hin girjiyan li herêma rojhilata navîn derdixe pêş û metirsiya rûbirûbûneke leşkerî li beramber hêzên Xelîfe Hefter derdixe holê.

Xelîfe Hefter serkirdayetiya Artêşa Niştimanî ya Lîbî dike li rojhilatê Lîbya, ku ev bû demeke hewil didin paytexta welêt, Terablosê kontrol bikin.

Meha borî, Enqera û Terablosê rêkeftineke leşkerî û ewlekarî îmze kir û li aliyekî din lihevhatinek li dor sînorên deryayî di navbera herdû welatan de kir, ku bû cihê nerazîbûn û şermezarkirina Yûnaistanê.

Di demekê de ku lihevhatina sînorên deryayî hate şandin bo Neteweyên Yekgirtî ji bo erêkirinê, rêkeftina leşkerî ji bo parlemana Tirkiyê hate şandin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu îro Yekşemê got piştî erêkirina parlemanê, wê rêkeftinê derbasî warê cîbecîkirinê be.

Ne diyar e wê parleman kengî dengdanê li dor vê mijarê bike.

XS
SM
MD
LG