Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Gefê li Hêzên Xelîfe Hefter ên Lîbî Dixwe


Tirkiyê îro Yekşemê got ew dê hêzên generalê Lîbî Xelîfe hefter ji xwe re wek armancên rewa bibîne, eger êrîşên wan li dijî berjewendî û erkên wê yên dîplomatîk li Lîbya berdewam bikin.

Tirkiyê li Lîbya piştgiriya Hikûmeta Rêkeftian Niştimanî ya li Trablosa paytex (GNA) dike. Wê rêkeftineke leşkerî bi GNA re îmze kiriye û bû demeke hewl dide êrîşên hêzên Hefter vegerîne.

Tê zanîn ku Rûsya û Misir û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî piştgirya hêzên Hefter dikin.

Wezareta derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de got:

"Eger erkên me û berjewendiyên me li lîbya werin armanckirin, em dê hêzên Hefter ji xwe re bikin armancên rewa.”

Daxuyaniya Tirkiyê her wiha Neteweyên Yekgirtî rexne kir ku ti kiryaran li dijî êrîşên Hefter nake.

Wê got:

“Nayê pejirandin ku Neteweyên Yekgirtî li dijî vê komkujiyê bêdeng bimîne.”

Daxuyaniyê got welatên ku piştgiriya leşkerî û siyasî ya Hefter dikin, ew berpirs in di ber êşkenciya xelkê Lîbî de.

XS
SM
MD
LG