Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Tirkiyê ji bo Operasyona Efrînê Rexneya NATO Dike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkiyê rexne li NATO kirin li dor operasyona Tirkiyê ya li Efrînê ku dibêje wan piştgiriya Tirkiyê nekir.

Di axaftina xwe ya îro Şemiyê de, Recep Tayyip Erdogan pirsî, “Ey NATO, hûn li ku ne?”

Wî NATO bi durûtiyê tawanbar kir.

Erdogan got Tirkiyê hêzên xwe dişîne cihên şer dema tê xwestin, lê li beramber wê çi piştgiriyê wernagire.

Erdogan bang li NATO kir ku alîkariya Tirkiyê bike û got sînorên Tirkiyê “niha di bin metirsiyê de ne.”

XS
SM
MD
LG