Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî bi Terorê Hate Tawanbarkirin, Bersîva Tirkîyê Tund Bû


Rick Perry.
Rick Perry.

Hikûmeta Tirkîyê bi tundî nerazîbûna xwe diyar kir piştî kandîdê Partîya Komarî bo serokatîya Amerîkayê Rick Perry got ku Tirkîye ji layê teroristên Îslamî ve dihête birêvebirin.

Wezareta Derve ya Tirkîyê roja Sêşemê ragihand ku gotinên Perry “bê bingeh û ne di cihê xwe de ne.” Wezareta Derve ragihand ku divê Amerîka wextê xwe bi wan kandîdan xisar nekin ku heval û hevalbendên xwe nas nakin.

Di gotarekê de li wîlayeta South Carolina, fermandarê wîlayeta Texas Rick Perry herwiha gumana xwe dîyar kir hemberî endamtîya Tirkîyê di NATO’yê de û got ku divê Amerîka êdî alîkarîya Tirkîyê neke.

XS
SM
MD
LG