Wezareta Berevanîya Tirkîyê îro Înê ragihand ku artêşa Tirk 12 endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistana Îraqê kuştine.
Wezaretê dîyar nekir mîlîtanên PKK'ê li çi deverê hatine kuştin, lê ev demeke dirêj e ku artêşa Tirkîyê operasyonan li hinek deverên Herêma Kurdistanê pêk tîne.
Wezareta Berevanîya Tirkîyê roja Çarşemê jî ragihandibû ku leşkerekî Tirk ser destê endamên PKK'ê li Herêma Kurdistanê hate kuştin.
Li gor raportên xwecihî, di encama operasyonên artêşa Tirkîyê de li Herêma Kurdistanê hejmareke mezin ya sivîlan ji gundên xwe derketine, jiber ku ew bi berdewamî rastî topbarana Tirkîyê dibin.
Tirkîyê bi dehan bingehên leşkerî li hinek deverên Herêma Kurdistanê damezrandiye. Li hinek cihan jî artêşa Tirkîyê xalên kontrolê ser rîyan danîye.
Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters hatine wergirtin.