Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PKKê Agirbesta Yekalî bi Dawîkir


Şervanên PKKê
Şervanên PKKê

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê îroj, roja Pênşemê, di daxweyaniyeke liser navê Koma Civakên Kurdistan(KCK) weşand, di daxweyaniyê de dibêje, ewê dawîyê li agirbesta yekalî înin, ya ku wan berîya hilbijartinên 1î Mijdarê dabûn destpêkirin.

Weke Ajansa Nûçeyan ya Firatê ku, nizîkî Partiya Karkerên Kurdistan PKKê ye, daxweyaniyek liser bidawî anîna agirbestê weşandiye, di daxweyaniya PKK de weha hatiye gotin " AKP'ê piştî hilbijartinan nîşan daye ku ew ê bibe hikûmeteke şer, agirbesta yekalî ji ber siyaseta şer a AKP'ê û êrîşên tên kirin, bi dawî bûye."

Daxweyanî herweha dibêje gelê Kurd û Tirk aştî dixwast, HDP û derdorên wan jî jibo aştî hebe daxwazên xwe berdewamkirin, PKKê jibo niyeta saf, berîya hilbijartina biryara bêçalakiyê stend, lê dewleta Tirk û hikûmeta AKP ê liser qirkirinê û zurdestiyê berdewam bûn.

Wek tê zanîn doh Çarşemê, serokomarê Tirkîyê Recep Teyîb Erdogan di gotineke xwe de, dabû eşkerekirin ku, tirkîyê dê şerê li dij PKK ê bide berdewamkirin, heta yek şervanî PKK mabe, ewê hêzên ewlekariya Tirkiyê li dij wan bicenge, weke Erdogan dibêje.

Di hilbijartinên 7î hezîranê de, AKPê dengên xwe kêmkir bûn, nikarî bû biserê xwe hikûmetê ava bike, piştî encamên hilbijartinan, li Tirkiyê şer û alozî serdet bûn, ji egera alozîyan di navbera serhildêrên kurd û hêzên ewlekariya Tirkiyê de, bi dehan kes hatin kûstin û bi sedan birîndar hene.

Du teqînên bihêz li dij mîtîngên piştevanên partiya HDPê ya nizîkî kurdan li Suruc û Enqrê pêkhatbûn bi sedan kes bûn qurbanên van teqînan.

Balefirên cengê yên Tirkîyê yekser piştî encamên hilbijartinên 7î hezîranê êrîş birbûn ser bingehên ku tê texmînkirin şervanên kurd lê dimînin li bakûrê Îraqê û hind herêmên çiyayî di nav axa Tirkiyê de, di encama van êrîşan de heta niha gelek kesan jiyana xwe jidest dane.

XS
SM
MD
LG