Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dibêje wan 108 Çekdarên Kurd Dan Alîkî


Hêzên leşkerî yên Tirkiyê îro Şemiyê got wan di operasyonên leşkerî de li dirêjiya hefteya borî 108 çekdarên Kurd li başûrê rojhilata Tirkiyê û bakurê Îraqê dan alîkî.

Dayîna alîkî di operasyonên leşkerî yên Tirkiyê de tê wateya ku wan ew kuştin, birîndar kirin an jî girtin.

Di geryaneka hefteyî de leşkeran got wan 31 çekdarên PKK li parêzgehên Tuncelî, Mardîn, Diyabekir û Şirnexê dan alîkî.

Wan got di operasyonên ser sînor de wan 77 çekdarên din dan alîkî.

Demekê berê îro Şemiyê, leşkeran got wan 6 çekdarên PKK dan alîkî di êrîşên esmanî de li herêma Hakurk a bakurê Îraqê.

XS
SM
MD
LG