Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîkariyên Mirovahî Digihine Xelkê Serê Kaniyê


Heyva Sor a Tirkî dibêje wê alîkariyên mirovahî gihandin bi sedan xelkê bajarê Serê Kaniyê li bakurê Sûriyê piştî êrîşa leşkerî ya Tirkiyê dijî hêzên Kurdî.

Rêxistina mirovahî got wê alîkariyên xwarinê gihandin 2,000 kes.

Vîdyoyek hate belavkirin ku tê de serbazên Tirkiyê û çekdarên opoziyona Sûriyê diyar dikin li gel xelkê ku li benda alîkariyan rawestiyabûn.

Heyva Sor a Tirkî û ajansa Tirkiyê ya Rêveberiya Tengavî û Karesatan ev alîkarî gihandin.

Heyva Sor a Kurdî jî jimarek xelkê sivîl ên birîndar ji Serê Kaniyê veguhestin bajarê Qamişlo.

XS
SM
MD
LG