Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê ji Rûsya re Dibêje Pêwîste Êrîşên Idlibê Rawestin


Mevlut Cavusoglu li gel Wezîrê Derve yê Almanî Heiko Maas

Wezîrê derve yê Tirkiyê îro Yekşemê got wî ji hevtayê xwe yê Rûsî re gotiye ku pêwîste êrîşên li ser parêzgeha Idlibê di zîtirîn dem de rawestin û agirbesta li wir were pêkanîn.

Davut Cavusoglu piştî konferansa Miyûnixê li Almanya ji peyamnêran re got:

“Me ji `Rûsya` re got ku pêwîste êrîşên Idlibê rawestin û agirbest cîbicî bibe.”

Wî got ew û Rûsya dê roja Duşemê li Moskoyê vê mijarê gotûbêj bikin.

Hêzên hikûmeta Sûriyê ku operasyoneke leşkerî bi piştgioriya Rûsya li Idilbê birêve dibine, hewil didine ku riya sereke ya di navbera bajarên Heleb û Dîmeşqê de ewle bikin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di kombûnekê de li gel serokê parlemana Îranê Elî Larîjanî got ku “welatê wî rijd e li dor rizgarkirina hemî axa Sûriyê ji terorîstan.”

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye ku dê artêşa wî bi darê zorê hêzên Sûriyê rawestînin eger ew heta dawiya vê mehê bi xwe ranewestin.

Cavusoglu her wiha got ew di konferansa Miyûnixê de li gel hin qanûndanerên Amerîkî kom bûye. Wî got pêwîste Waşinton kar bike ji bo çakirina pêwendiyan li gel Enqera, ne tenê ji bo girjiyên niha yên di navbera Tirkiyê û Rûsya de.

XS
SM
MD
LG