Nivîsgeha serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê ragihand ku ew bi hevtayê xwe yê Rûsyayê Vladimir Putin re bi telefonê axivî û banga wê yekê dike ku "hêza erênî" ya ku di danûstandinan de bi dest xistîye berdewam bibe di axaftinên navbera Ukrayna û Rûsyayê destpêka vê mehê de li Stenbolê da ku hemû alî sûdê wergirin.
Tirkîyê endamê NATOyê û bi Ukrayna û Rûsyayê re hevsînor e li Deryaya Reş, bi her duyan re jî xwedî peywendîyên baş e û kar kiriye wek navbeynkar.
Wê ta niha mêvandarîya du danûstandinên cuda di navbera Rûsya û Ukraynayê de kirîye û hewl dide kombûnekê di navbera serokên her du welatan de li dar bixe.
"Serok Erdogan ku girîngîya giheştina agirbestekê, xebatên korîdorên mirovî yên bi bandor, û derxistina xelkê ya bi awayekî ewle anî ziman, da zanîn ku Tirkîyê; dê ji bo rawestandina van rûdanên ku zîyanê digihînin her alîkî bi hemû hêza xwe kar bike û aştîyeke mayînde misoger bike," Seroktîya Tirkîyê di daxuyanîyekê de got.
Erdogan her weha amadebûna xwe anî ziman ji bo mêvandarîya serokên Rûsya û Ukraynayê.
Ew Roja Yekşemê bi serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re axivîbû.