Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Tirkiyê ji Rêkeftina S-400 Venagere


Ji ser zimanê Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat ragihandin ku wê Tirkiyê pişta xwe nede rêkeftina kirîna rokêtên S-400 ji Rûsya.

Ev axaftin tê rojekê piştî dema ku Amerîka destnîşan kiribû ji bo Enqera ku bersiva girêbesteke moşekan li gel Amerîka bide.

Tevî Amerîka huşdariyê dide ku nabe sîstema S-400 tevlî sîstema berevaniya esmanî ya NATO bibe, Tirkiyê, ku endama NATO ye, bi berdewamî pêgiriya xwe bi rêkeftina sîstema berevaniyê ya li gel Rûsya diyar kiriye.

Berpirsên Amerîkî 15ê vê mehê destnîşan kiribû ji bo ku Tirkiyê bersivê bide.

Amerîka dibêje eger Tirkiyê sîstema S-400 bikire, wê demê Waşinton pakêta moşekan a Raytheon Co Patriot a bi nirxa 3.5 milyar dolar bi Tirkiyê re ji nav dibe. Her wiha wê projeya kirîna firokên şer ên F-35 jî têk bibe û renge di encamê de Amerîka cezayan bide ser Tirkiyê.

Li gor Dezgeha medyayî NTV, Erdogan got:

“Me rêkeftina S-400 li gel Rûsya kiriye û êdî pirs li dor vê yekê nabin. Her tişt qediya ye.”

XS
SM
MD
LG