Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Pîvanên Ewlekariyê Tên Bihêzkirin


Pîvanên Ewlekariyê li Seranserî Tirkiyê hatin bêhêz kirin ji bo şeva sersalê, bi taybetî li bajarên mezin.

Li Stenbolê tenê, 37 hezar endamên polîs û 4 hezar kesayetiyên leşkerî bi erka xwe radibin, di demekê de ku jimarek cadeyên sereke hatin girtin ji bo otombêlan, û erebeyên mezin hatin qedexekirin ji debasbûna hin navçeyên destnîşankirî.

Tê zanîn, di roja sersala 2017an de êrîşkerek li Stenbolê derbasî yaneyeka şevê bû ku bi sedan kes şahiya sersalê pîroz dikir.

Di êrîşê de 39 kes hatibûn kuştin û 79 birîndar bûbûn, piraniya wan biyanî bûn.

Gurûpa dewleta Îslamî Daiş berpirsiyariya wê êrîşê ragihandibû.

XS
SM
MD
LG