Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Tirkiyê Du Kesan Digre li dor Kuştina Çalakvaneka Sûrî û Keça wê


Li Tirkiyê Polîs du kes girtin bi gumana girêdana wan bi kuştina çalakveneka Sûrî û keça wê ya ku li Amerîka jidayîk bûbû, li gor ajansa fermî ya Tirkiyê ku îro Şemiyê ragihand.

Urûba Berekat a 60 salî û keça wê ya 23 salî Hala, hefteya borî di mala xwe de li Stenbolê hatibûn kuştin.

Hala Berekat wek rojnamevan li gel tilfizyona opoziyona Sûrî Orient kar dikir.

Ajansa Anadol ragihand ku kamîreyên ewlekariyê rê ji polîs re vekir ku bigihin welatiyekî Sûrî li parêzgeha Bursa.

Bergumanê sereke ew endamekî malbata Urûba Berekat e. Anadol dibêje polîs her wiha Sûriyî din girt ku hevalê bergumanê yekem e.

Li gor ajansê, polîs çavdêriya bêhtirî 100 demjimêr girteyên vîdyo kir û diyar bû çawa bergumanê sereke bi riya gemiyê ji Bursa çû Stenbolê di roja 19 vê mehê de û çawa çû navçeya herdû qurbaniyan û roja piştî kuştina wan jî vegeriya Bursa.

Kuştina Urûba û Hala bû cihê şermezarkirina opozisyona Sûrî û her wiha wezareta derve ya Amerîka.

XS
SM
MD
LG