Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de li Tirkiyê Du Serbaz Têne Kuştin


Êrîşa bi bumbeyekê li ser erebeyeke leşkerî li başûrê rojhilata Tirkiyê îro Şemiyê du serbazên Tirk kuştin û medya dewletê çekdarên Kurd tawanbar dike.

Teqîn li parêzgeha Batmanê rûda, li gor ajansa nûçeyan a dewletê, Anadol, ku got Pariya Karkerên Kurdistanê PKK di paş êrîşê de bû.

Ev êrîş tê rojekê piştî kuştina zarokekî 15 salî ji aliyê PKKê ve li bajarê Trabzon li bakurê rojhilata welêt.

Herêma başûrê rojhilata Tirkiyê ku piraniya wê Kurd in, bi awakî hema rojane rastî kiryarên tundûtijiyê dibe, ji sala 2015an ve, dema ku şer di navbera hikûmetê û çekdarên PKKê de derket holê.

PKKê, ku ji sala 1984an ve şerekî çekdarî li dijî hikûmetên Tirkiyê bi rê ve dibe, ew ji aliyê Tirkiyê, Yekîtiya Ewrupî û Amerîka ve wek rêxistineke terorîst tê nasîn.

XS
SM
MD
LG