Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu: Tirkîye Qebul Nake Zordarî li Sûrîyê Berdewam Be


Ahmet Davutoglu.

Hikûmeta Tirkîyê dîsan daxwaz li civaka navneteweyî dike ku bizavê bikin jibo bi dawî anîna kuştinkarîyan li Sûrîyê.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu roja Çarşemê daxwaza encamdana civîneka tengavî kir bi beşdarîya welatên mezinhêz li herêm û cîhanê jibo bi dawî anîna tundûtûjîya berdewam li Sûrîyê.

Davutoglu got ku Tirkîye amade ye mêvandarîya civîneka navneteweyî taybet bi Sûrîyê bike.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê herwiha got ku Tirkîye qebul nake zordarî li Sûrîyê berdewam be.

XS
SM
MD
LG