Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwaneke Leşkerî ya Tirkiyê Derbasî Bakurê Rojavayê Sûriyê Dibe


Çalakvan û gewahîderên Sûrî got ku karwanekî leşkerî yê Tirkiyê derbasî aliyê bakurê rojavayê Sûriyê bû.

Karwanê Tirkiyê ji dehan erebeyên leşkerî, kemyonên nifthilgir, tankhilgir û erebeyên hilgirtina leşkeran pêk hatibû.

Vîdyoyeka ajansa Associated Press ji bakurê Sûriyê, hin hêzên Tirkiyê nîşan dan ku di erebeyên xwe de ma bûn û xelkê sivîl li wan temaşe dikir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, ragihand ku jimara erebeyên Tirkiyê dora 195an bû.

Li aliyekî din, çalakvanên opozisyonê got di encama êrîşên esmanî yên hikûmeta Sûriyê de li navçeyên di bin destê serhildêran de, herî kêm 7 kes hatin kuştin .

Tilfizyona dewleta Sûrî ragihand ku topbarana serhildêran li hin cihên din jinek kuşt û herî kêm sê rojnamevan birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG