Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dibêje Eger Pêwîst be Ewê Bi Zorê Hêzên Sûriyê Rawestînin


Tirkiyê îro Şemiyê got wê berpirsiyariyên xwe yê girêdayî rêkeftina kêmkirina girjiyan li gel Rûsya di derbarê Idlibê de pêk anîne û huşdarî da ku ewê kiryarên leşkrî li wir bike eger hewlên dîplomatîk li gel Mosko têk biçin.

Tirkiyê û Rûsya ku piştgiriya du aliyê dijber li Sûriyê dikin, di sala 2018an de erê kir ku herêmeke aram li bakurê rojavayê Sûriyê ava bikin, lê ew rêkeftina lawaz hêdî hêdî têk diçêye, di demekê de ku hêzên hikûmeta Sûriyê operasyokene leşkerî li wir birêve dibêye û di du hefteyên borî de jî 13 serbazên Tirkiyê ji aliyê hêzên Sûriyê ve hatin kuştin.

Enqera dibêje ewê hêza leşkerî bikar bîne eger hêzên hikûmetê berî dawiya vê mehê ji wir venekişin û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan huşdarî da ku hêzên Sûriyê li her cihekî bikin armanc eger serbazekî din ê Tirkiyê bê êşandin.

Cîgirê serokê Tirkiyê Fuat Oktay ji devgeha NTV re got ku Tirkiyê rijd e pêşketina hêzên Sûriyê li Idlibê rawestîne û Enqera helwesta xwe ji Rûsya re diyar kiriye.

Piştre, wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu got Tirkiyê dixwaze mijara Idlibê bi Rûsya re bi awakî dîplomatîk çareser bike, lê ewê gavin din bavêjin eger pêwîst bin.

Cavusoglu li Miyûnixê ev exaftin ji peyamnêran re kirin.

XS
SM
MD
LG