Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Tirkiyê Dest bi Nobedariyên Hevbeş ên Bakurê Sûriyê Dikin


Hêzên Amerîka û Tirkiyê îro Yekşemê yekem nobedariyên hevbeş li bakurê rojhilatê Sûriyê kirin wek beşek ji avakirina herêma aram.

Tirkiyê ku dixwaze kûraniya vê herêmê herî kêm 30 kîlometir be, şervanên Kurdên Sûriyê wek gef li ser sînorê xwe dibîne û doza derxistina wan ji wê herêmê dike.

Rojnamevanên ajansa Associated Press AP li bajarê Girê Spî erebeyên leşkerî yên Tirkiyê li gel alên Tirkiyê dîtin çawa derbasî nava Sûriyê bûn û tevlî erebeyên Amerîkî bûn û dest bi nobedariyên hevbeş kirin û erebeyên Amerîkî serkêşiya karwanê erebeyên herdu welatan kir.

Herî kêm du firokên helikoper li esmanê herêmê difiriyan.

Wezareta berevaniya Tirkiyê destpêkirina nobedariyên hevbeş piştrast kir û got firokên bê firokvan jî dê werin bikaranîn.

Ajansa Tirkiyê ya nûçeyan Anadol got şeş erebeyên leşkerî yên Tirkiyê sînor derbas kir û tevlî yên Amerîkî bûn di yekem nobedariya hevbeş de li aliyê rojhilatê çemê Furatê.

Peyamnêrên AP li Girê Spî got nobedariya hevbeş berê xwe da bingeheke şervanên Kurd, diyare ji bo piştrast bikin ku hêzên Kurdî li wir neman e û wan çeper û xendekên xwe jî ji nav birine.

XS
SM
MD
LG