Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûriyê Êrîşî Xaleke Tirkiyê li Idlibê Dikin


Tirkiyê dibêje hêzên hikûmeta Sûriyê "bi mebest" êrîşî xaleke wan a çavdêriyê li parêzgeha Idlibê kir.

Wezareta berevaniya Tirkiyê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de got hêzên Tirkiyê bi çekên giran bersiva êrîşa topên hawn da.

Tirkiyê xalên çavdêriyê li Idlibê danîne wek beşek ji rêkeftina kêmkirina tundûtijiyê li herêmê ku di meda Êlûna sala 2017an de li gel Rûsya û Îranê îmze kiribû.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu îro Yekşemê got dê Tirkiyê êrîşên wiha neborîne.

Ajansa Anadol a nûçeyan ji ser zimanê Cavusoglu ragihand ku gotiye:

“Em dê we di cihê we de deynin. Divê heryek cihê xwe zanibe.”

XS
SM
MD
LG