Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Hêvî Dike Peymanên Weberhênanê ligel Îmaratê Îmze Bike


Prensê cîgir yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) Mihemed bîn Zayed el-Nahyan û Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan (Arşîv).

Prensê cîgir yê Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) Mihemed bîn Zayed Al Nahyan îro Çarşemê serdana Tirkîyê dike.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan bi merasîmeke fermî pêşwazîya el-Nahyan kir.

Prens Al Nahyan dê bi Erdogan re hevdîtinekê bike ku di çend salên dawî de civîna yekê ye.

Ev serdana, piştî serdemeke hevrikîya dijwar ya herêmî di navbera Îmarat û Tirkîyê û herwiha rojeke piştî daketina nirxê lîraya Tirk ya hember dolar bi qasî ji 15 %, pêk tê.

Ajansa Reuters îro li ser zarê du jêderên Tirk ragihand ku her du welat armanc dikin ku di dema serdana Prensê Abu Dabî de çend peymanên weberhênanê îmze bikin.

Karbidestekî Tirk yê payebilind ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin got, "tê çaverê kirin ku hinek peymanên ser aborî, teknolojî, mijarên jîngehê, ewlehîya elektronî û lojîstîk yên ku hîn li ser dixebitin werin îmze kirin."

Tê pêşbînî kirin ku Îmarat di demeke kin de li Tirkîyê weberhênanên "pir girîng" bike, wek mînak hevparîya mal û milkên di nav 'Fona Dewlemendîya Tirkîyê', kompanîya weberhênanê ya serwer li welêt.

Hevdem, karbidestê Tirk da zanîn ku dibe ku hevkarîya aborî ya demdirêj bi fonan û bi rîya Kompanîyên Îmaratê ku bi hevkarên xwe yên Tirk re bikirin yan jî hevkarîyê saz bikin, pêk were.

Li ser pirsa gelo Îmarat dê alîkarîya aborî bide Tirkîyê yan na, Wezîrê Aborîyê yê Îmarat Abdulla Bîn Touq el Marrî ti hûrgilî neda, lê ji rojnamevanan re got: "emê sibê bibînin."

Her du welat dê awayên hevkarîya di sîyaseta derve de jî binirxînin.

"Pirsgirêkên bi Îmarat re niha li paş mane. Em dikevin serdemekê ku bi tevahî li ser hevkarî û berjewendîya hevbeş ava bûye," karbidestî got.

Tirkîyê û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ji destpêka serhildanên Ereban yên deh sal berê vir ve, jibo bandora herêmî şer dikin.

Her du welatan di şerê navxweyî yê Lîbyayê de piştgirî da alîyên dijber û pirgirêkên wan ji rojhilata Deryaya Spî heta Kendavê dirêj hebûn.

Tevî ku nakokîyên sîyasî aram bûne, lê hîn jî kûr in. Niha her du alîyan bal kişandine ser têkilîyên aborî û kêmkirina alozîyê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG