Lînkên eksesibilîtî

Erdogan Rexneyan li Demukrasiya Amerîka Dike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê Amerîka rexne kir li dor tawanbariyên “ne demukrat” ên Waşintonê li dijî ewlekariya welatê wî.

Axaftinên wî bi awakî berbiçav nakokiyên dîplomatîk wergerandin di navbera herdû hevalbendên NATO de.

Tê zanîn, Anqera û Waşintonê dayînan vîza bo welatiyên hev rawestandin, di demekê de ku pêwendiyên wan xerabtir dibin.

Di axaftinekê de li Stenbolê Erdogan got:

"Ew dibêjin Amerîka dergûşa Demukrasiyê ye, ev ne raste, ev nabe demukrasî."

Wî got:

"Eger fermanên girtinê di derheqê nobedarên min de derdixin li Amerîka, ku ez bi vexwendin çûbûm wir, bibûrin lê ev ne welatekî şaristanî ye.”

Meha Tebaxê dadgeheka Amerîkî 15 berpirsên ewlekariyê yên Tirk tawanbarkirin bi êrîşkirina xwepêşandanekê dema serdana Erdogan bb Amerîka di meha Gulanê de.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG