Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hebûna Bargehên Leşkerî Yên Tirkîyê Li Îraqê


Vecih Cuzdan
Vecih Cuzdan

Parlemena Îraqê piştî kuştina Qasim Silêmanî biryar sitand ku hemu hêzên leşkerî yên welatên bîyanî ji Îraqê werin derxistin. Lê biryarên parlemena Îraqê li ser hikumetê ti bandoran nake.

Herwiha berîya niha ji serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî ji parlemenê xwestîbû ku biryara derxistina hêzen leşkeri yên bîyanî were sitandin.

Yek ji van hêzên bîyanî jî Tirkîyê ye. Li 13 welatên cuda bargehên leşkerî yên Tirkîyê hene. Lê herî zêde bargehên leşkerî yên Tirkîyê li Îraqê hene. Di van bargehan de nêzîkî 2,500 lêşkerên Tirkîyê hene.

Pisporê Rojhilata Navîn Vecîh Cuzdan ji Dengê Amerîka re got, “Biryara parlemena Îraqê hebûna hêzên leşkerî yên bîyanî yên li Iraqê nerewa dide nişandan.”

Cuzdan dîyar dike ku li Kurdistana Iraqê 14 li Musilê jî yek bi giştî 15 bargehên leşkerî yên Tirkîyê yên têne zanîn li Iraqê hene.

“Biryara parlemena Iraqê ez ne bawerim ku raste rast li ser hebûna leşkerî ya Tirkîyê bandorekê bike. Tirkîyê ji salên 1960’an vir ve dijî Kurdan di hemu gavên leşkerî de cîh girt. Piştre şerê Îraq û Îranê rû da, Seddam Huseyyîn wî demî dijî serhildaneke Kurdan rêya Iraqê li ber Tirkîyê vekir. Herwiha di sala 1984’an de jî di navbera Îraq û Tirkîyê de peymanek li ser parastina sînoran pêk hat ku bi vê peymanê leşkerên her du dewletan dê bikarîya dijî komên Kurdan operesyanan pêk bînin.”

Cuzdan di berdewama axaftina xwe de got, “Her çiqas Seddam ev peyman sala 88’an de rakirî ji be Tirkîyê piştî van salan çar caran operesyonên berfireh li Îraqê pêk anîn”

Hêjayî birxistinê ye ku berîya çend rojan Amerîka li Îraqê bi erîşeke esmanî de generalê Îranî Qasim Silêmanî yê fermandarê Hêza Qudsê li balafirgeha Bexda hatibû kuştin. Piştî kuştîna Silêmanî Îranê jî bi muşekan erîş kiribû li ser bargehên leşkerî yên Amerîka li Îraqê.

Raporta Deng/ Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00


XS
SM
MD
LG