Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbaniyên Agirên Tirkîyê Dibe 6 Kes


Hejmara kuştiyên agirên daristanan li Tirkiyê îro Şemîyê bû 6 kes, piştî mirina du karmendên daristanan, li gor wezîrê saxlemiyê.

Ji roja Çarşemê ve, agiran li seranserî Tirkîyê daristan şewitandin, ziyan gihandin gundan û cihên geştiyarî û xelk neçar kirin ku wan navçeyan vala bikin.

Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirli îro Şemiyê got ku 88 agir ji 98 agirên ku di nava bayeyekî bihêz û pêleka germayê de bibûn niha di bin kontrolê de ne.

Agirên nû li parêzgeha Hetay gur bûn ku nêzîkî cihê niştecîbûnê bûn lê diyar e ku ew hatine kontrolkirin.

Herî kêm 5 kes li Manavgat û yek li Marmaris mirin. Herdu bajarok jî li ser derya Spî ne û cihê geştîyarî ne.

Wezîrê saxlemiyê Fahrettin Koca got 400 kes ku li Manavgat ketibûn bin bandora agiran, ji nexweşxaneyê derketin û 10 jî hîn dermaman werdigrin. Li Marmaris, 159 kes hatibûn dermankirin û yek kes hîn dermanan ji bo şewatê werdigre.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG