Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye jiber Vîrusa Korona Derîyên bi Îranê re Digire


Tirkîyê jiber vîrusa korona ya li Îranê belav bûye, 4 derîyên sînor yên bi wî welatî re bi awayekî demkî girtin.

Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Îranê heta niha 8 kes kuştine.

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê Fahrettîn Koca da zanîn ku wan li ser fermana Serokomar Recep Tayîp Erdogan derîyên bi Îranê re girtine.

Koca dîyar kir ku rêka erdê û rêka xeta trenê ya bi Îranê re hatine girtin û hemî firînên navneteweyî jî hatine girtin.

Wî got ku çûyînên ji Tirkîyê ber bi Îranê ve dê bidomin, lê hatinên ji Îranê dê rawestin.


XS
SM
MD
LG