Îbrahîm Kalin, berdevkê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê got ku Tirkîyê û Îranê li hev kir ku hevkarîya leşkerî xurtir bikin.
Kalin dîyar kir ku piştî hevdîtina serokerkanên her du alîyan, biryara xirtkirina hevkarî hate dayîn.
Erdogan, wezîrê wî yê berevanî û serfermandarê artêşê roja Sêşemê û Çarşemê bi serokerkanê Îranî General Mihemed Baqirî re hevîdîtin pêk anîn.
Hêjayî balkişandinê ye ku ji guher’na desthilata ya sala a1979’an vir ve, cara yekê ku serfermandarê artêşa Îranê serdana Tirkîyê dike.
Kalin herwiha ragihand ku Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Jim Mattis wê di rojên were de serdana Tirkîyê bike.