Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye li Benda Nobedarîyên Hevbeş E ku Bizane HSDê ji Herêmên Sînorî Vekişîye


Li gorî Lihevkirina Soçî divêbû HSD di nav 150 saetan de hêzênm xwe ji "herêma ewle" vekişîne.

Serokê ragihandina Serokomarîya Tirkîyê Hayrettîn Altun li ser Twiterê peyamek belav kir.

"Bi nobedarîyên hevbeş yên bi Rûsan re emê bibînin ka terorîst ji heremê kişîyane yan ne," Altun got.

Wezareta Beravanî ya Tirkîyê jî piştî temambûna 150 saetan bi daxuyanîyekê ragihand ku jibo plankirina çarçoveya karên rêketina Soçî, bi şandeya Rûsya re xebatên roja duyê hatine temam kirin.

Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergeî Soygu jî gotibû ku çekdarên Kurdan berî 150 saet temem bibe, vekişîne û hêzên Rûsya û yên hikûmeta Sûrî niha li wê herêmê ne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG