Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Lîstikvanek jiber Rola Şervana YPJ’ê di Rêzefîlmêkî Fransî de Rûbirûyê Lepirsîna "Propagandaya Terorê" Ye


Listikvan Melîsa Sozen
Listikvan Melîsa Sozen

Lîstikvana Tirk Melîsa Sozen li Stenbolê bi sedema ku di 2017’an de di rêzefilmeke sîxuriyê ya Fransî de bi gûmana ku "propagandaya terorê kiriye" ji alîyê polîsan ve hat lêpirsînkirin, li gor medyayê.

Melîsa Sozen jiber rola xwe ya di serdema sêyê ya rêzefîlma bi navê "Le Bureau des Legendes" ("The Bureau") de ya Fransî rastî lêpirsîna serdozgerê giştî yê Stenbolê, hatiye.

Rêzefîlma de " The Bureau" de penc salan berdewam û Sozen di serdema sêyê de wek sixurek jin ya du alî dixebite ku dijî çekdarên koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dike, cîh girtibû.

Sozen bi sedema ku di "The Bureau" de şervaneke Kurd ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi navê Esrîn listîye, rûbirûyê tawanbarîya "propagandaya terorê", maye.

Hat ragihandin ku lêpirsîna dijî Sozen jiber ku karaktera wê Esrînê cil û bergekî mîna yên şervanên YPGê yên li Sûrîyê li xwe kiribû, hatiye destpê kirin ku Tirkîyê wek komek terorîst dibîne.

Di rêzefîlma pir serketî de, jiyana rojane ya yekîneyek di nav ajansa îstîxbarata Fransî (DGSE) de perwerdekirina sixurên li derveyî welat de pispor e, pêşkeş dikir.

Ajansa nûçeyan DHA ya aligirê hikûmetê û Halk TV ya opozîsyone gotin ku Sozen dema ku ji derveyî welêt vegerya Tirkîyê, di çarçevoya lêpirsînê de ser tawanbarîyan dijî xwe de, daxuyanî daye polîsan, lê ew nehatiye desteser kirin.

Di daxuyanîya xwe de, Sozen ji polîsan re gotiye ku wê girîngîya siyasî ya cil û bergên di rêzêfilmê de nizanîbû.

"Min rola sixureke du alî dilîst. Rêzefîlm li Tirkîyê nehat weşandin. Ez ji welatê xwe hez dikim," Halk TV ji zarê Sozen got.

"The Bureau" ji bo hilberînerê fransî Canal+, ku ew firot zêdetirî 100 welatan, serkeftinek berbiçav bû, û ji ber realîzma xwe ji hêla DGSE ve jî hate pîroz kirin.

"The Bureau" ji alîyê kompanîya Fransî, Canal+ ve hatibû çêkirin ku wek serketinek pir mezin firot zêdetirî 100 welatan. Herwiha jiber realîzma "The Bureau" DGSE jî pesnê rêzefîlmê dabû.

Hêjayî balkişandinê ye ku lêpirsîna dijî Sozen zêdetirî heft salan piştî weşana rêzefîlmê hat vekirin, dema ku li Tirkîyê di demên dawî de dijî rojnamevan, parêzer, siyasetvan û kesayetên ji qada huner û çandê de, lêpirsîn, desteserkirin û girtin li pêy hev pêk tên.

Jêder: AFP, BBC

XS
SM
MD
LG