Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty Rexne li Tirkîyê Digire ku Hevrikên Erdogan Bêdeng dike


Tirkîyê di çarçoveya rewşa awartê de, îro Sêşemê pirtir jî 15,00 karmendên dewletê ji kar derxistin û 375 komel jî girtin.

Di biryarnameya dawî ya bi desthilata qanûnên de 7586 karmendên dewletê ku di nav wan de rêvebirên polîsan jî hene, ji kar hatin avêtin.

Dîsa, 1965 leşker û serbaz û karmendên hêzên esmanî û deryayî, ligel 403 karmendên hêzên jandarma îro hatin qewitandin.

Berê jî zêdetir 100,000 kes ji bi kindemî kar hatibûn dûrxistin û qewitandin û gelek dezgehên medyayê hatibûn daxistin, bi sedema ku rola wan de di darbeya leşkerî ya meha Tîrmehê heye.

Rewşa awarte ku piştî hewila têkçûyî ya darbe hatibû danan, rê dide hikûmetê ku kesên dilê wê xwestî xwe ceza bike û ji kar derxîne û hember wê rêya dadgehê girtîye.

Dîrektorê Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) ya Ewrupa John Dalhuisen got ku daxistina nêzîkî 400 sazîyên sîvîl, beşeke sîstematîk û berdewam ya bêdengkirina hevrikên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e.

Lêxweşbûna Navnetewî bal kişand ku di nav rêxistinên daxistî de komelên parêzeran, nehêlana êşkence û sazîyên ku alîkarî didin penaberan jî hene.

XS
SM
MD
LG