Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Turkmenistan Dibêje ku Ew Ser Korona Tiştekî Venaşerin


Turkmenistan ku yek ji kêm welatên cîhanê ye ku tû bûyerên vîrusa korona ranegihandîye, îro karbidestên wê israr kirin ku pêzanînên dewleta Turkmenistanê yên fermî rast in û ew tiştek venaşerin.

"Ger bûyerek tek ya vîrusa korona hatiba pejirandin, me yê li gor berpirsîyên xwe, bi lezgînî Rexistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) agahdar bikirina. Em tiştekî venaşerin," Wezîrê Derve Reşîd Meredov di axaftina xwe ya ligel berpirsên Neteweyên Yekbûyî de got.

Herwiha. Wezîrê Saxlemî Nurmuhammed Amannepesov jî di heman brîfîngê de ragihand ku di destê wan de 30,000 kîtên testên vîrusa korona hene û 40,000 din ji Rûsya, Tirkîyê û Almanya xwestine.

Amannepesov got ku 151 kes di bin karantînayê de dimînin ku piranîya wan welatîyên Tirkmenên ku wekî ajokarên qamyonan û endamên tîmên keştîyan dixebitin.

Wî da zanîn ku Turkmenistan dê piranîya derîyên sînorê xwe jinûve veke, ku bi piranî li ser sînorê Îranê cîh digirin.

XS
SM
MD
LG