Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tusk Dîyar Dike ku Plana Boris Johnson Ew Qanî Nekirine


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk dîyar kir ku ew ser pêşnîyaza Brîtanya ya bo yekîtîyê hîn qanî nebûne.

Tusk ji Twitterê ragihand ku ew ser Brexitê bi Serokwezîrê Îrlanda Leo Varadkar û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re axifîye.

Wî da zanîn ku ew bi temamî pişt Îrlanda digirin û bo Brîtanya jî got ku ew hîn qanî nebûne û danûstandinê dixwazin.

Li gor plana Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson Îrlanda Bakur dê di bazara hevbeş ya YE’ê de bimîne, lê ji yekîtîya gumrukê derkeve.

Di planê de sînorê di navbera Komara Îrlanda û Îrlanda Bakur dê çawa be ne zelal e û nîqaş li ser wê didomin.

XS
SM
MD
LG