Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Tusk ji Koçberan Dixwaze ku Neyên Ewrupa


Donald Tusk û Alexis Tsipras

Serokê Yekîtîya Ewrupa Donald Tusk li Yunanistanê hişyarî da koçberên ekonomîk ku neyên Ewrupa.

Wî got, Yunanistan û welatên din yên Ewrupî wê nema bihêlin ku kesên nû hatî bikaribin derbas bin.

Tusk ew daxuyanîyên xwe piştî hevdîtina ligel Serokwezîrê Yunanstanê Alexis Tsipras, li Atîna dan.

Wî got, derxistina Yunanistanê, ku xala serekî ya hatina penaberan e, ji nav herêma Schengen ne bijareyeke çareserîya krîza penaberan e.

"Yunanistan beşeke ji Schengen û Yekîtîya Ewrupa ye û her wiha bimîne," Tusk bi berdewamî got.

Tusk niha di serdana çend welatan de ye ku berî hilcivîna Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê ku roja Duşemê li Brukselê tê kirin.

XS
SM
MD
LG