Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Navenda Televîzyona Dewletê li Mûsilê Kontrol Dikin


Hêzên taybet yên Îraqî

Generalekî Îraqî dide zanîn ku hêzên wan navenda televîzyona dewlete li Mûsilê xistiye bin kontrola xwe.

General Sami al-Aridi got ku hêzên Îraqî îro sibê ji taxa Gojali ketin nav bajarê Mûsilê û li wê derê rastî berxwedaneke xurt ya DAIŞê hatin.

Wî gotibû ku çekdarên DAIŞ’ê dîwarên beton li seranser bajêr çêkirine ku pêşdeçûna hêzên Îraqî rawistînin.

Firokên koalîsyona navnetewî jî bi êrîşên xwe rê li ber hêzên bêjeyî li taxa Gojali vekir û endamên DAIŞ’ê jî bi roketên antî-tank û RPG’yan bersîva wan dan.

Ev pêşdeçûna girîng du hefte piştî destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê tê ku hêzên Îraqî û yên Kurdî, bi hevre dest bi operasyoneke berfireh kiribûn ku bajêr ji DAIŞ’ê paqij bikin.

XS
SM
MD
LG