Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitter Hesabên Rastgirên Tundrê Dicemidîne


Twitterê, hesabên rêberên koma Britain First (Berê Brîtanya), ku rastgirên tundrê ne, cemidandin.

Koma Britain First, bi awayekî peryîyodîk vîdeoyên êrîşên ku dihat îdia kirin ji alîyê Misilmanan ve hatiye kirin belav dikir.

Hesabên şexsî yên rêberên komê, ku Jayda Fransen û Paul Golding in, jî hatin girtin

Serokê Amerîka Donald Trump meha borî sê videoyên di hesabê Fransen de ji hesabê xwe belav kiribû. Di van videoyên de çalakîyên tundûtûjîyê yên ku dihat îdia kirin ku Misilmanan kiriye dihat raber kirin.

Endamên Kongresê û li Brîtanya endamên parlamentoyê dijî Trump bertek nîşan dan. Gelek endamên parlamentoya Brîtanya xwestin ku Trump serdana xwe ya Brîtanya betal bike.

Twitter pirtir ser gilîkirina bikarhêneran hesabên bi arîşe kontrol dikir û dicemidand. Li gor daxuyanîya dawî ya Twitterê, platforma sosyal medya niha bo kontrolkirina tweetan mekanîzmeke hindurîn çêdike.

XS
SM
MD
LG