Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitter Hesabê Trump Digre û Twîteka Xameneyî Di Heman Rojê De Ji Nav Dibe


Hesabê Turmp ê Girtî

Kompanîya mezin a teknolojya Amerîkî Twitter roja Înê kiryarên tudn li dijî serkirdeyên Amerîka û Îranê pêk anîn, hesabê kesayetî yê serok Donald Trump rawestand û twîteka serkirdeyê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî jinav bir.

Kiryara tund a Twitter li dijî hesabê @realdonaldtrump, li beramber serederîya bi Xameneyî re, hîşt ku rexnekir û alîgirên serokê Amerîka bi dehan postan li ser Twitterê binvîsin û platformê bi dubendîyê tawanbar bikin.

Gelek rexnegirên Twitter got hesabê @Khamenei IR, ku ji aliyê Twitterê ve ne piştrastkirî ye, lê bi berdewamî daxuyanîyên wî belav dike û dîrokeke postên dijî Îsraîlê heye, ew tundûtûjîyê gur dikin, bêhtirî twîtên Trump ên vê dawîyê ku platformê gotibû ew siyasetên wê binpê dikin.

Serokê Komisyona Pêwendiyên Fedralî ya Amerîka, Ajit Pal, postên Xameneyî yên meha Gulanê ku li dijî Îsraîlê bûn, belav kirin û got ew” pirsên rijd li dor piştgirîya tundûtûjîyê” derdixin pêş.

Peyvdarekî Twitterê bersiva tawanbarîyê dubendîyê da û ji Beşê Farisî yê Dengê Amerîka re got ku platformê berê kiryarên bi vî rengî li dijî serkirdeyên cîhanê pêk anîne.

XS
SM
MD
LG