Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Biryara ser Twitter Rexne Dike


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, ew rêzê li biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn nagire ku qedexeya ser Twitter rakir.

Lê, Erdogan dîyar dike ku hikûmeta wî dîsa jî ew biryar bîcîh bîne.

Erdogan ew daxuyanîyên xwe îro Înê bi civîneke ragihandinê eşkere kir, piştî ku qedexeya ser Twitter li Tirkîyê rabû.

“Me biryar cîh anî jiber ku biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn e. Loma jî min biryar da hevalên me ku biryarê cîh bînin. Lê, ez rêzê li vê biryarê nagirim.”

Dadgeha Qanûna Bingehîn roja Çarşemê biryar dabû ku qedexekirina Twitter dijî azadîya raman e.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan du heftê berê ferman dabû ku Twitter were qedexe kirin, piştî ku tomara deng ya axaftinên wî û kurê wî bi rêka Twitter dihate belav kirin.

Qedexeya ser YouTube a parvekirina vîdeoyan hîn jî didome. Hikûmet qedexe li ser YouTube danabû piştî ku civîna karbidestên payabilind yên ser Sûrîyê li wê malperê hatibû weşandin.
XS
SM
MD
LG