Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitterê bi Hezaran Hesabên Girêdayî Hikûmeta Saudî Girtine


Kompanîya Twitter îro Înê ragihand ku wê bi hezaran hesabên girêdayî hikûmeta Erebistana Saudî, girtine jiber ku ew di tora bandorkirina bîragiştî de cîh digirin.

“Twitterê 5,929 hesabên ku derbarê gotûbêjên bi mijarên li Erebistana Saudî girêdayî bûn, daxistin, bi sedema ku ew bi awayekî girseyî hewil didan ku bandor li ser bîragiştî bikin.”

Twitterê herwiha hûrgilîyên firehtir yên ser wan hesaban jî bi bîragiştî re parve kir.

Twitterê dîyar kir ku ew 5,929 hesab beşa herî girîng ya toreke berfirehtir bûn û bi giştî pirtir ji 88,000 hesabên ku di karên spemkirinê û bandorkirinê de cîh girtine hatine daxistin.

XS
SM
MD
LG